14 Kevoka min a xwe di qelîştokên keviran de, Keviyên zinaran de vedişêre. Bejn û bala xwe nîşanî min bide, Dengê xwe bi min bide bihîstin, Çimkî dengê te şîrîn, Bejn û bala te xweşik e.
Ez radizam, lê dilê min şiyar bû. Guhdar bin, evîndarê min li derî dixe! “Derî li min veke, dotmama min, yara min, Kevoka min a bêqisûr! Ji xunavê şil bû serê min, Ji dilopên şevê porê min.”
Çaxê Xudan rabe ku dinyayê bitirsîne, Wê mirov ji ber tirs û xofa Xudan, Ji ber rewnaqiya wî, Bikevin qelîştokên zinaran Û şikeftên zinarên bilindciyan.
Çimkî wê Xudan Siyonê teselî bike, Wê hemû wêraneyên wê teselî bike. Wê beriya wê bike wekî Êden, Wê berî û deştên wê bike wekî Bexçeyê Xudan. Wê li wê derê kêf û şahiyê, Spasî û dengê lavijan hebe.
Tirsa ku tu tînî Û quretiya dilê te, tu xapandî. Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî! Ya kesê ku bilindciyan dagir dikî! Cihê xwe wekî teyran li bilindciyan jî ava bikî, Ezê te ji wê derê bînim xwarê.” Ev e gotina Xudan.
“Tu dadperwer î, ya Reb! Ji ber ku em ne dilsoz bûn te em avêtin welatên dûr û nêzîk. Em ew Cihûyên ku li wan deran dijîn, şêniyên Orşelîmê, hemû Îsraêlî îro em di nav şermê de ne.
Quretiya dilê te, tu xapandî! Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî, Ya kesê ku mala xwe li bilindciyan ava dike! Tu di dilê xwe de dibêjî: ‘Kî dikare min bîne xwarê?’
Em bi dilê ku bi xwînreşandinê ji wijdana xerab paqij bûyî û bi bedena ku bi ava paqij hatî şuştin, bi piştrastiya temam a baweriyê, bi dilekî rastîn nêzîkî Xwedê bibin.
Çaxê wî ew stand, çar afirîdên jîndar û bîst û çar rihspî li ber Berx deverû çûn ser çokan. Di destê her yekî ji wan de çeng û piyanên zêrîn ên tije bixûr hebûn. Bixûr duayên mirovên pîroz in.