7 De ka ji min re bêje evîndarê min, Tu pezê xwe li ku derê diçêrînî? Nîvro li ku mexel tînî? Çima li ba keriyên hevalên te Bibim jineke rûyê xwe dinixême?
Di nav darên daristanê de dara sêvê çawa be, Di nav xortan de evîndarê min wisa ye. Ez li ber siya wî rûniştim, çi xweş bû, Tehma fêkiyê wî li ser devê min şîrîn bû.
Wê bê û bi hêza Xudan Û bi rewnaqiya Xwedayê xwe Xudan Şivantiya gelê xwe bike. Wê gel di nav ewlehiyê de bijî, Çimkî wê seranserê dinyayê Mezinahiya wî qebûl bike
Îsa cara sisiyan ji Petrûs pirsî: «Ey Şimûnê kurê Yûhenna, ma tu ji min hez dikî?» Li ser pirsîna Îsa ya cara sisiyan «Ma tu ji min hez dikî?» kederê Petrûs girt û got: «Ya Xudan, tu her tiştî dizanî; tu dizanî ku ez ji te hez dikim.» Îsa ji wî re got: «Miyên min biçêrîne.
Çimkî ew Berxê ku di navenda text de ye Wê şivantiyê li wan bike Û wê wan bibe ser kaniyên ava jiyanê. Xwedê wê hemû hêstiran ji çavên wan paqij bike.»