4 Bi destê min bigire, birevîne! Bila padîşah min bibe odeyên xwe. Emê bi te re şa û kêfxweş bibin. Emê ji şerabê zêdetir, Hezkirina te bi bîr bînin. Heqê wan heye ji te hez bikin.
Gava ku tê bîra min, dilê min dike kizirîn, Çawa ez bi civatê re dimeşîm, Bi şahî û dengê spasî, Bi qelebalixa ku dike ceng, Bi wan re heta mala Xwedê dimeşîm.
Belê wê mirin her û her daqurtîne. Wê Reb Xudan hêsirên çavan, Ji hemû rûyan paqij bike. Wê şerma gelê xwe, Ji tevahiya dinyayê rake. Çimkî Xudan wiha gotiye.
Alîkariya şîndarên Siyonê bikim Di şûna xweliyê de, tacê deynim serê wan, Di şûna şînê de, rûnê şahiyê bidim wan Û di şûna ruhgiraniyê de, cilê pesindanê bidim wan. Wê ji wan re darberûyên rastiyê bê gotin, Şaxên ku Xudan danîne Ku berziya wî nîşan bidin.
Ezê karên Xudan ên dilovaniyê Û kirinên Xudan ên hêjayî pesindanê bi bîr bînim. Çimkî Xudan ji bo me gelek tişt kirin Û qenciya wî ya bi Mala Îsraêl kiriye mezin e Ku li gorî rehm û dilovaniya xwe ya mezin kiriye.
Ya Siyona keç, gelek şa be! Ya Orşelîma keç, biqîre! Va ye padîşahê te ber bi te ve tê! Ew rast e û rizgar dike. Ew nefsbiçûk e û li kerê, Belê li dehşikê, li dehşikê kerê siwar dibe.
Piştre wî rahişt nanekî, şikir kir û şikand. Wî ew da destê wan û got: «Ev bedena min e, ku di ber we de hatiye dayîn. Vê yekê ji bo bîranîna min bikin.»
Îcar li gor ku ewrekî evqas mezin ê şahidan hawirdora me girtiye, em jî her giraniyê û gunehê ku bi hêsanî xwe li me dipêçe ji ser xwe bavêjin, bi bîhna fireh wê hevbezîna ku li ber me ye, bibezin.