8 Bila conegayekî û wekî pêşkêşiya wî ya dexlê, hevîrê ji arvanê hûr ê ku bi zeytê hatiye hevîrkirin hilînin û wekî pêşkêşiya paqijiyê, tê jî conegayekî din hilînî.
“Ji bo ku Harûn û kurên wî ji min re kahintiyê bikin, divê pîroz bin. Li ser vê yekê, tê van tiştan ji wan re bikî. Conegayek û du beranên bêqisûr hilde.
Lê Xudan ji perçiqandina wî razî bû, Wî xwest ew were eziyetkirin. Çimkî gava canê wî bû pêşkêşiya berdêlê, Wê ziriyeta xwe bibîne û emrê wî dirêj be. Wê armanca Xudan di destê wî de pêşve here.
Heke kahinê ku bi rûnkirinê hatiye kifşkirin guneh bike û bi vî awayî gel gunehkar bike, divê ji ber sûcê kiriye, wê wekî pêşkêşiya paqijiyê conegayekî bêqisûr pêşkêşî Xudan bike.
Ew tiştê ku Şerîetê nikaribû bike, ji ber ku ji sedemê nefsê ji hêz ketibû, Xwedê kir: Wî Kurê xwe di şiklê bedena gunehkar de şand, da ku bibe goriya gunehan û bi vî awayî guneh di nefsa mirov de sûcdar derxist.