3 Harûn wiha kir. Çawa ku Xudan li Mûsa emir kiriye, wî qendîl bi awayê ku pêş şamdankê ronahî bikin bi cih kirin.
şamdanka ji zêrê xas tevî qendîlên wê ku tên rêzkirin û taximên wê, zeyta qendîlan,
û li hizûra Xudan qendîl pêxistin, çawa ku wî lê emir kiribû.
“Bi Harûn re bipeyive û jê re bêje: ‘Gava te qendîl danîn cihê wan, bila heft qendîl ronahî bidin pêş şamdankê.’”
Îcar şamdank wiha hatibû çêkirin: Ji lingan heta nexşên kulîlkan zêr bûn ku bi çakûçê hatibûn kutandin. Şamdank li gorî mînaka ku Xudan ji Mûsa re şandibû hate çêkirin.
Ne jî kes qendîlê pêdixe û dike bin melkebê, lê belê datîne ser şamdankê ku ronahiyê bide her kesên hundir.