Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Hejmartin 8:20 - Kurmanji Încîl

20 Mûsa, Harûn û tevahiya civaka Îsraêl tişta ji bo Lêwiyiyan hat gotin, kir. Gelê Îsraêl her tiştên ku Xudan ji bo Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû kirin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Hejmartin 8:20
7 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Tevahiya gelê Îsraêl çawa ku Xudan li Mûsa û Harûn emir kiribû, wisa kirin.


Tê Lêwiyiyan li ser meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye, hemû taximên wî û her tiştê girêdayî meskên bikî berpirsiyar. Wê meskên û hemû taximên wî hilgirin, jê re xizmetê bikin û li dora meskên kon vedin.


Gelê Îsraêl her tiştî bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiriye pêk anî.


Ji bo gava gelê Îsraêl nêzîkî Pîrozgehê dibe, belayek neyê serê wan û Lêwiyî ji bo gelê Îsraêl xizmeta Konê Hevdîtinê bikin û ji bo wan kefaretê bidin, min ji nav gelê Îsraêl ew wekî diyarî dan Harûn û kurên wî.”


Îcar Lêwiyiyan xwe ji gunehan paqij kirin û cilên xwe şûştin. Piştre Harûn ew li hizûra Xudan wekî pêşkêşiya raberkirinê pêşkêş kirin û ji bo paqijkirina wan kefaret da.


Dixwazî du roj, dixwazî mehek an demeke dirêj, heta ewr li ser meskên dima, Îsraêlî li cihê xwe diman û bi rê nediketin. Lê gava ewr radibû wan koç dikir.


Îcar wan li Beriya Sînayê, di çardehê meha pêşî de, ber êvarê Cejna Derbasbûnê pîroz kir. Gelê Îsraêl her tiştî bi awayê ku Xudan li Mûsa emir kiriye pêk anî.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ