Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Hejmartin 8:19 - Kurmanji Încîl

19 Ji bo gava gelê Îsraêl nêzîkî Pîrozgehê dibe, belayek neyê serê wan û Lêwiyî ji bo gelê Îsraêl xizmeta Konê Hevdîtinê bikin û ji bo wan kefaretê bidin, min ji nav gelê Îsraêl ew wekî diyarî dan Harûn û kurên wî.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Hejmartin 8:19
12 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Tevahiya gelê Îsraêl çawa ku Xudan li Mûsa û Harûn emir kiribû, wisa kirin.


Tê Lêwiyiyan li ser meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye, hemû taximên wî û her tiştê girêdayî meskên bikî berpirsiyar. Wê meskên û hemû taximên wî hilgirin, jê re xizmetê bikin û li dora meskên kon vedin.


Wê Lêwiyî li dora meskenê ku Sindoqa Şahidiyê tê de ye kon vedin ku xezeb bi ser civaka Îsraêl de neyê. Wê nobedariya meskên bikin.”


Mûsa ji Harûn re got: “Bixûrdanka xwe rake û ji ser gorîgehê agir deyne ser û bixûrê jî deyne ser wî. Zûka bibe ba civakê û ji bo wan kefaretê bide. Çimkî xezeb ji ber Xudan derket û kulê destpê kir.”


Îcar min di şûna hemû kurên pêşî yên gelê Îsraêl de Lêwiyî hilbijartin.


Mûsa, Harûn û tevahiya civaka Îsraêl tişta ji bo Lêwiyiyan hat gotin, kir. Gelê Îsraêl her tiştên ku Xudan ji bo Lêwiyiyan li Mûsa emir kiribû kirin.


Ji bo ku li nava Sindoqa Xudan nihêrîbûn, Xudan hin Bêtşemeşiyan ceza kirin û heftê mirovî tune kir. Ji ber cezaya dijwar a Xudan, gel şîn girê da.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ