19 Wê kahin bi jinikê sond bide xwarin û jê re bibêje: Heke mêrik bi te re ranezabe, heke tu di bin mehra mêrê xwe de ji rê derneketibî, bila ev ava tehl a ku naletê tîne zirarê nede te.
Piştî ku kahin ew li hizûra Xudan da sekinandin, wê porê wê veke û pêşkêşiya dexlê ya bîranînê bixe destê wê. Ev pêşkêşiya hesûdiyê ya dexlê ye. Wê ava tehl a naletanînê di destê kahin de be.
Mesela, jineke mêrkirî heta ku mêrê wê sax e, bi qanûnê pê ve girêdayî ye; lê eger mêrê wê bimire, ew ji wê qanûna ku wê bi mêr ve girêdide, azad dibe.