18 Piştî ku kahin ew li hizûra Xudan da sekinandin, wê porê wê veke û pêşkêşiya dexlê ya bîranînê bixe destê wê. Ev pêşkêşiya hesûdiyê ya dexlê ye. Wê ava tehl a naletanînê di destê kahin de be.
Tiştên ku min dît ev in: Jina xerab ji mirinê tehltir e. Ew jin ku dilê wê dafik, Destên wê zincîr in. Zilamê ku bi dilê Xwedê ye, Ji wê direve û rizgar dibe, Lê kesê gunehkar dikeve destê wê.
Va ye, ev dilnexweşiya min a zêde Ji bo aştiya min bû. Te ji canê xwe hez dikir Û te ez ji çala rizîbûnê xilas kirim. Çimkî te hemû gunehên min avêt pişt guhê xwe.
Wê xerabiya te, te terbiye bike, Wê çivanokiya te erzê te bide şikandin. Bizane û bibîne, Xwedayê xwe Xudan berdan, Tiştekî xerab û tehl e. Tirsa min li ba te tuneye.” Ev e gotina Reb Xudanê Karîndar.
wê jinikê bibe ba kahin. Wê ji bo wê wekî pêşkêşiya hesûdiyê, dehyeka efaya arvanê ceh bistîne. Wê zeytê nerijîne û guniyê li ser neke. Çimkî ev pêşkêşiya xîretkêşiyê ya dexlê ye. Ev nanê bibîranînê ye ku neheqiyê bi bîr bîne.
Wê kahin bi jinikê sond bide xwarin û jê re bibêje: Heke mêrik bi te re ranezabe, heke tu di bin mehra mêrê xwe de ji rê derneketibî, bila ev ava tehl a ku naletê tîne zirarê nede te.
Hay ji xwe hebin ku îro di nav we de, mêr an jin, eşîr an binemal tunebe ku ji bo xulamiya îlahên van miletan, dilê wî ji Xwedayê we Xudan averê dibe. Bila di nav we de koka jehrî û tehlbûnê tunebe.