8 Lê heke mêrê wê bibihîze û li dij derkeve, wê soza li ser wê û gotina bêyî ku bifikire gotiye û bi vî awayî xwe xistiye bin bar betal bibe. Wê Xudan keçikê bibexişîne.
Jinan got: “Erê! Gava me ji Şahbanûya Ezmanan re bixûr pêdixist û pêşkêşiyên rijandinê dirijandin, qey haya mêrên me jê tunebû ku em kilorên bi sûretê wê çêdikin û jê re pêşkêşiyan dirijînin?”
“‘An heke kesek sonda kirina tiştekî baş an xerab bike lê li ser wê baş nafikire, bi tenê lêvên xwe bilebitîne û vê yekê bi nezanî bike, gava haya wî jê hebe, wê sûcdar bê hesibandin.
Lê heke bavê wê roja ku ev yek bihîst li dij derkeve, wê soza ku keçikê daye û barê ku xwe xistiye binî betal bibe. Wê Xudan keçikê bibexişîne, çimkî bavê wê li dij derketiye.
Li ser bedena jinê bi xwe ne desthilatiya wê, lê belê ya mêrê wê heye. Bi vî awayî li ser bedena mêr bi xwe jî ne desthilatiya wî, lê belê desthilatiya jina wî heye.
Êlqana li ser vê yekê wiha got: “Çawa dixwazî wisa bike. Heta zarok ji şîr hat vekirin, li vir bimîne. Bila Xudan soza xwe pêk bîne.” Îcar heta ku kurê Hannayê ji şîr vebû, li malê ma û wê şîr dayê.