32 ji Şemîda binemala Şemîdayiyan û ji Hêfer binemala Hêferiyan.
ji Asriyêl binemala Asriyêliyan, ji Şexem binemala Şexemiyan,
Kurên Selofhadê kurê Hêfer tunebûn, lê keçên wî hebûn. Navên keçên Selofhad ev bûn: Mahla, Noa, Hogla, Mîlka û Tîrsa.
Minaşşeyiyên din ên ji binemalên Aviyezer, Hêleq, Asriyêl, Şexem, Hêfer û Şemîda di nav vê pişkavêtinê de bûn. Ev li gorî binemalên xwe, zarokên kurîn ên Minaşşeyê kurê Ûsiv bûn.