7 Wî ev mesele got: “Balaq ez ji Aramê, Padîşahê Moavê ez ji çiyayên rojhilat anîm. Wî got: ‘Were ji bo min naletê li ziriyeta Aqûb bîne. Were li gelê Îsraêl nifiran bike.’
Yê diduyan, Êlezarê kurê Dodoyê Ahohî, yek ji sê mêrxasên li ba Dawid ku li dijî Filîstiyên li Pas-Dammîmê kom bûbûn re serî hildabû. Di wê navberê de gelê Îsraêl paş ve vekişiyabû,
Wê rojê wê tinazên xwe bi we bikin. Wê ji bo we vê lavija şînê bêjin: ‘Em ji binî ve xera bûn! Xwedê tevahiya para gelê min diguherîne Û ji min distîne. Zeviyên me di nav xayînan de parve dike.’”
“Ma wê hemû miletên bindest wî biçûk nebînin, Tinazên xwe pê nekin û nebêjin: ‘Wey li wî, tiştê ne yê wî ye desteser dike! Heta kengê tê xwe bi standina xeracê dewlemend bikî?’
‘Va ye gelê ku ji Misrê derket, ser rûyê erdê nixamt. De were, ji bo min naletê li wan bîne. Belkî di şerê li dijî wan de ez serfiraz bim û wan biqewitînim.’”
Ev çêbû, da ku ew peyva ku bi devê pêxember hatibû gotin, bê cih: «Ezê bi meselan devê xwe vekim Û ezê tiştên ku ji damezrandina dinyayê vir ve veşartî mane eşkere bikim.»
Çimkî gava hûn ji Misrê derketin, ew bi av û nên nehatin pêşiya we. Wan Balamê kurê Beorê ji bajarê Petorê Aram-Naharayîmê bi pere girt ku naletê li we bike.
Dawid ji Golyat re got: “Tu bi şûr, rim û mertalan bi ser min de têyî. Lê belê ez, bi navê Xudanê Karîndar Xwedayê Artêşa Îsraêliyan ku tu tinazê xwe pê dike, bi ser te de têm.