7 Gel hat ba Mûsa û jê re got: “Me guneh kir. Me gazinên xwe li te û li Xudan kirin. Lavayî Xudan bike ku maran ji nav me rake.” Li ser vê yekê Mûsa ji bo gel lavayî Xudan kir.
Niha jina wî lê vegerîne. Çimkî ew pêxember e û wê ji bo te dua bike û tê bijî. Lê heke tu wê bi şûn ve neşînî, bizanibe ku tu û hemû kesên te wê esse bimirin.”
Padîşah ji zilamê Xwedê re got: “Hêvî dikim, ji Xwedayê xwe Xudan lava bike. Ji bo min dua bike ku destê min li min vegere.” Zilamê Xwedê ji Xudan lava kir û destê padîşah wekî berê baş bû.
Niha ji bo xwe heft conega û heft beranan bibin û herin ba Eyûbê xulamê min û ji bo xwe qurbana şewitandinê pêşkêş bikin. Bila Eyûbê xulamê min ji bo we dua bike. Ezê duaya wî qebûl bikim û bergîdana ehmeqiya we nedim. Çimkî we wekî Eyûb nekir û li ser min a rast negot.”
Lê Mûsa ji Xwedê lava kir û got: “Ya Xudan, wê çima hêrsa te li dijî gelê te rabe? Te ew ji welatê Misrê bi hêza xwe ya mezin û bi destê xwe yê hêzdar deranî.
Sîdqiyayê Padîşah di wê demê de Yehûxalê kurê Şelemya û Sefanyayê Kahin ê kurê Maesêya şandin ba Yêremyayê Pêxember ku bêjin: “Ji bo me, ji Xwedayê me Xudan re dua bike.”
Şawûl ji Samûêl re got: “Min guneh kir. Lê ez lava dikim, li pêş rîspiyan gelê min Îsraêl, min birûmet bike û bi min re vegere ku ez biperizim Xwedayê te Xudan.”