12 Lê Xudan ji Mûsa û Harûn re got: “Ji ber ku hûn bi min ewle nebûn û we li ber çavê gelê Îsraêl pîroziya min nehesiband, hûnê vê civakê nebin welatê ku min da we.”
Mûsa ji Harûn re got: “Xudan gotibû: “‘Bi saya kesên ku nêzîkî min dikin, Ezê pîroziya xwe nîşan bidim. Li ber çavê tevahiya gel, Ezê birûmet bim.’” Harûn bêdeng ma.
Çimkî li Beriya Zînê, gava civakê di nav avê de serî li dijî min rakir, hûn li Beriya Zînê li dijî fermana devê min rabûn. We li ber avê, rûmeta pîroziya min negirt.” –Ev li Beriya Zînê, li Qadêşê ava Merîvayê ye.–
Wî li wan vegerand: «Ji ber ku baweriya we kêm e. Bi rastî ez ji we re dibêjim, eger wek liba xerdelê baweriya we hebe, hûn ji vî çiyayî re bêjin: ‹Ji vir here wir›, ewê here. Tu tişt tune ku ji bo we çênebe.»
Xudan jê re got: “Ev welat ew e ku min ji Îbrahîm, Îshaq û Aqûb re sond xwar û got: ‘Ezê bidim ziriyeta te.’ Min ew bi çavên te nîşanî te da, lê belê tê neçî wê derê.”