9 “Wê mirovekî paqij xweliya çêlekê bide hev û li derveyî artêşgehê deyne dereke paqij. Wê ev xwelî ji bo civaka Îsraêl wekî ava paqijkirinê bê parastin. Ev ji bo pêşkêşiya paqijiyê ye.
Kesekî ku destê xwe dabe miriyekî yan cendekê mirovekî û xwe paqij nekiriye, Meskenê Xudan qirêj dike û divê ji gelê Îsraêl bê avêtin. Ji ber ku ava paqijkirinê bi ser wî de nehatiye reşandin, ew qirêj e û qirêjiya wî li ser wî dimîne.
Wê zilamekî paqij giyayê cehtirê hilde, noqî avê bike û bi ser kon, bi ser hemû taximan, bi ser kesên li wir ve û bi ser kesên dest dane hestî, kuştî, mirî yan gorê ve bireşîne.
û ji bo rojên sozdanê dîsa ji Xudan re xwe veqetîne. Wê wekî pêşkêşiya berdêlê berxekî nêr û yeksalî bîne. Wê rojên wî yên berê beredayî herin, çimkî veqetandina wî qirêj bûye.
Ji bo paqijkirina wan tê wiha bikî: Ava paqijiyê bireşîne ser wan û bila di ser tevahiya bedena xwe de gûzanê derbas bikin, cilên xwe bişon û xwe paqij bikin.
Lê yekî ku paqij e û ne li rêwîtiyê ye û Cejna Derbasbûnê pîroz neke, wê ji nav gelê xwe bê avêtin. Madem wî di dema kifşkirî de pêşkêşî Xudan nekiriye, wê cezayê gunehê xwe bikişîne.