6 Wê kahin piçek dara sedrê, giyayê cehtirê û tayê sor hilde û bavêje nav agirê ku çêlek tê de dişewite.
Min bi zûfa bişo da ku ez pak bibim, Min bişo da ku ez ji berfê spîtir bibim.
Xudan dibêje: “Niha werin em li doza xwe binêrin. Gunehên we bi xwînê sor jî bûbin, Wê wekî berfê spî bibin. Bûbin wekî qirmizê sor jî, Wê wekî hiriyê spî bibin.
wê kahin emir bike ku ji bo kesê tê paqijkirin du çivîkên paqij ên sax, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê bînin.
Ji bo paqijbûna malê, wê du çivîk, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê hilde.
Wê çivîka sax, dara sedrê, tayê sor û giyayê cehtirê li xwîna çivîka li ser ava kaniyê hatiye serjêkirin bixe.