12 Gelê Îsraêl ji Mûsa re got: “Va ye, em tune dibin! Em dimirin! Emê hemû tune bibin!
Em bi hêrsa te telef dibin, Û bi xezeba te şeperze dibin.
Ehmeqiya mirovan riya wan serobino dike, Lê dîsa jî, ji Xudan dixeyidin.
Çimkî ez her û her nabim dozdar Û ez hergav hêrs nabim. Yan na kesên min can û ruhên wan afirandine, Wê xwe li ber min ranegirin.
Min got: “Wey li min! Ez helak bûm. Çimkî ez zilamekî lêvqirêj im û di nav miletekî lêvqirêj de rûdinim. Lê çavê min Padîşah, Xudanê Karîndar dît.”
Mûsa wiha kir. Çawa ku Xudan lê emir kir, wî wiha kir.
Wê ji wî û ziriyeta wî re bibe peymana herheyî ya kahintiyê. Çimkî ew ji Xwedayê xwe re xîretkêş bû û ji bo gelê Îsraêl kefaret da.’”
Lê kurên Qorax nemirin.
Ma we ew şîreta ku li we kuran tê kirin, ji bîr kir? Dibêje: «Kurê min, edebkirina Xudan biçûk nebîne, Û çaxê ku ji aliyê wî ve li te bê hilatin, sist nebe.