26 Li artêşgehê du zilam mabûn, navê yekî Êldad û yê din Mêdad bû. Ew di nav heftê kesên bijartî de bûn, lê neçûbûn ber kon. Gava Ruh hat ser wan, wan jî li artêşgehê pêxemberî kir.
Lê te li hember wan bi salan sebir kir û te bi Ruhê xwe, bi riya pêxemberên xwe ew hişyar kirin. Lê wan guh neda loma te ew da destê gelên welatan.
Mûsa ji Xwedê re got: “Ez kî me ku herim ba Firewn û gelê Îsraêl ji Misrê derxim?”
Min got: “Ax, ya Reb Xudan! Ez bi rastî nizanim bipeyivim! Çimkî ez hê xort im.”
Piştre Yêremya li Barûk emir kir û got: “Ez girtî me, ez nikarim herim Mala Xudan.
Xortekî baz da û ji Mûsa re got: “Êldad û Mêdad li artêşgehê pêxemberiyê dikin.”
Balam serê xwe rakir û dît ku gelê Îsraêl li gorî eşîrên xwe rûniştine. Gava dît ku Ruhê Xwedê hat ser wî,
Wan careke din ji Xudan pirsîn: “Ew hê jî nehatiye vir?” Xudan got: “Ew li vir e, lê di nav hûr-mûran de xwe veşartiye.”
Wê Ruhê Xudan bi hêzeke mezin were ser te. Tê jî bi wan re pêxemberiyê bikî û tê bêyî guhertin.
Şawûl wê rojê tiştekî negot. Wiha difikirî: “Tiştek hatiye serê Dawid. Ew ne paqij e, esse ew ne paqij e.”