17 Ezê werim xwarê û li wir bi te re bipeyivim. Ezê ji ruhanîtiya li ser te hilînim û bidim wan. Ji bo ku tu tenê hilnegirî, wê gel vî barî bi te re hilgire.
Gava ew derbas bûn Êlyas ji Êlîşa re got: “Beriya ku ez ji ba te bêm hildan, ez ji bo te çi bikim, bêje?” Êlîşa got: “Ez lava dikim bila ji ruhê te du par ên min bin.”
Bila ew hergav ji bo gel dadgeriyê bikin. Bila ew dozên mezin bînin pêşberî te û yên biçûk ew bi xwe çareser bikin. Bi vî awayî wê karê te bikin û barê te sivik bibe.
“‘Çimkî ezê avê bi ser axa tîbûyî de, Rûbaran bi ser erdê ziwa ve birijînim. Ezê ruhê xwe bi ser ziriyeta te re Û bereketa xwe bi ser şaxên te re birijînim.
Xudan ji nav ewran berjêr bû û pê re peyivî. Ji ruhanîtiya ku li ser Mûsa ye hilda û da heftê rîspiyên li wir. Gava Ruh hat ser wan, wan pêxemberî kir. Lê piştre careke din nekir.
Gava Mûsa ji bo ku bi Xudan re bipeyive ket Konê Hevdîtinê, ji ser derxûnê li ser Sindoqa Şahidiyê, dengekî bihîst ku ji navbera du xerûban hat. Xudan bi vî awayî pê re peyivî.
Îsa ev peyv li ser wî Ruhê Pîroz got, ku wan ên bawerî bi wî dianîn wê bistandana. Çimkî Ruh hê nehatibû dayîn, ji ber ku hê Îsa nehatibû birûmetkirin.