30 Ji Zevûloniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe hatin hejmartin.
Piştre Lêayê got: “Xwedê diyariyeke baş da min. Êdî wê mêrê min rûmetê bide min, çimkî min jê re şeş kur anîn.” Navê wî Zevûlon danî.
Kurên Zevûlon: Serêd, Elon û Yahleyêl.
“Wê Zevûlon rûne li rûberê deryayê, Bibe wargeh ji bo gemiyan. Dirêj bibe sînorê wî heta Saydayê.
Hejmara kesên ji eşîra Îssexar 54.400 bû.
Hejmara kesên ji eşîra Zevûlon 57.400 bû.