2 “Tevahiya civaka Îsraêl li gorî malbat û binemalên wan, her mêrî yek bi yek li gorî navê wan bijmêrin.
Gelê Îsraêl ji xeynî jin û zarokan, bi qasî şeş sed hezar mêrî, ji Ramsêsê ber bi Sûkkotê ve bi peyatî koç kir.
“Gava te hejmara gelê Îsraêl hejmart, wê herkes ji bo canê xwe berdêlê bide Xudan ku gava hejmartinê bela neyê serê wan.
Zîvê ji civakê bûn û hatibûn hejmartin, li gorî şekelê Pîrozgehê 100 telant û 1.775 şekel bû.
603 550 kesên ku hatibûn hejmartin û emrê wan bîst salî û mezintir bûn, serê kesê bekayek, ango li gorî nîv şekelê Pîrozgehê diket.
û di yekê meha diduyan de tevahiya civakê kom kir. Wan kesên bîst salî û mezintir li gorî malbat û binemalên wan, li gorî navê wan yek bi yek nivîsandin û hejmartin,
çawa ku Xudan li Mûsa emir kiribû. Bi vî awayî Mûsa li Beriya Sînayê ew hejmartin.
Ji Şimûniyan, mêrên bîst salî û mezintir ên ku dikarin herin şer, li gorî qeydên malbat û binemalên xwe, li gorî navê xwe yek bi yek hatin hejmartin.