9 Aqûb, Kîfas û Yûhenna yên ku stûn dihatin hesabkirin, gava bi kerema ku ji min re hatiye dayîn derxistin, ji bo hevpariyê destên xwe yên rastê dan min û Barnabas û erê kirin ku em herin miletên din û ew jî herin Cihûyan.
9 Gava Aqûb, Petrûs û Yûhʼennayê ku «Stûn» dihatine hʼesabê, bona wê kʼerema ku minrʼa hatibû dayînê pê hʼesîyan, destêd xweye rʼastê çawa nîşana tʼifaqîyê dane min û Barnabas. Ew qayl bûn, ku em herʼine nava necihûya û ew jî herʼine nava cihûya.
Gava Yêhû ji wê derê çû, rastî Yehonadavê kurê Rêxav hat ku hatibû pêşwaziya wî. Silavê lê kir û got: “Bi qasî ku dilê min bi te re rast e, gelo dilê te jî bi min re rast e?” Yehonadav got: “Belê, bi te re rast e.” Yêhû jê re got: “Nexwe ka destê xwe bide min.” Yehonadav destê xwe da wî. Yêhû ew li ba xwe li erebeyê siwar kir.
Wî destê xwe hilda, da ku bêdeng bimînin û ji wan re got ku Xudan çawa ew ji zîndanê derxistiye. Û got: «Vê yekê ji Aqûb û ji birayan re bêjin.» Piştre derket û çû dereke din.
Piştî gotûbêjeke dirêj, Petrûs rabû û got: «Birano, hûn dizanin ku berî niha Xwedê ji nav we ez bijartim, da ku miletên din peyva Mizgîniyê ji min bibihîzin û baweriyê bînin.
Ez bi wê kerema ku ji min re hatiye dayîn ji her yekî ji we re dibêjim: Bila tu kes ji ya ku pêwist e zêdetir li ser xwe nefikire, lê bila li gor pîvana baweriya ku Xwedê li her kesî leva kiriye, bi sergiranî bifikire.
Dîsa jî bi wê kerema ku ji aliyê Xwedê ve ji min re hatiye dayîn, min bi dilawêrî li ser çend tiştan ji we re nivîsiye, da ku ez wan careke din bînim bîra we.
Lê ez çi bim, ez bi kerema Xwedê me. Û kerema wî ya li ser min badîhewa neçû, lê ez ji wan hemûyan bêtir xebitîm. Ya rast ne ez, lê belê kerema Xwedê ya bi min re xebitî.
Min bêaqilî kir, we ez mecbûr kirim. Diviya ku ji aliyê we ve ez bihatama tewsiyekirin. Ji ber ku her çiqas ez ne tiştek bim jî, bi tu awayî tu kêmahiya min ji van şandiyên payebilind tune.
Ez li gor peyxamê çûm. Loma ji bo ku ez badîhewa nebezim an nebezî bim, min ew Mizgîniya ku ez di nav miletan de didim bihîstin, ji wan re got, di civîneke bi taybetî de pêşkêşî yên xweyî siyanet kir.
Bi ser ku ez di nav hemû pîrozan de yê herî kêm im jî, ev kerem ji min re hat dayîn, da ku ez Mizgîniya dewlemendiya Mesîh a ku nayê salixdan ji miletan re bidim
Tiştê ku me dîtiye û bihîstiye, em bi we jî didin zanîn, da ku hevpariya we jî bi me re hebe. Bi rastî hevpariya me bi Bav û bi Kurê wî Îsa Mesîh re ye.
Ewê ku bi ser dikeve ezê wî di Perestgeha Xwedayê xwe de bikim stûn û ew êdî tu caran dernakeve derve. Ezê navê Xwedayê xwe, navê bajarê Xwedayê xwe, navê Orşelîma nû ya ku ji Xwedayê min, ji ezmên tê xwarê û navê xwe yê nû li ser wî binivîsim.