Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Filîpî 2:27 - Kurmanji Încîl

27 Ew wisa nexweş bû ku gihîşt ber mirinê. Lê belê Xwedê li wî hat rehmê; ne tenê li wî, li min jî hat rehmê, da ku ji min re xemgînî li ser xemgîniyê çênebe.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Peymana Nû (Încîl)

27 Rʼastî jî ew nexweş kʼet, çû ber derê mirinê. Lê Xwedê li wî hate rʼeʼmê, ne ku tʼenê li wî, lê usa jî li min, wekî ser kʼederê kʼeder ser minda neyê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

Пәймана Ну (Инщил)

27 Рʼасти жи әԝ нәхԝәш кʼәт, чу бәр дәре мьрьне. Ле Хԝәде ль ԝи һатә рʼәʼме, нә кӧ тʼәне ль ԝи, ле ӧса жи ль мьн, ԝәки сәр кʼәдәре кʼәдәр сәр мьнда нәйе.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

27 بَراستی ژی اَو حَتا بَر مِرِنه نَساخ کَت. بله خدا رَحم وی گِر، نه تِنه وی، بَلگو هَ وِسا رَحم مِن ژی گِر، گو وِسا له نَیِت گو گُلَک سَر گُله مِن زِدَ بیت.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Filîpî 2:27
23 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di wan rojan de Hîzqiya nexweş ket û li ber mirinê bû. Îşayayê Pêxemberê kurê Amots hat ba wî û got: “Xudan wiha dibêje: ‘Wesiyetê li mala xwe bike, çimkî tê bimirî. Tê baş nebî.’”


Wê te ji şeş tengasiyan rizgar bike, Cara heftan bela nêzîkî te nabe.


Pirr gellek in derdê rastan, Belê Xudan wan xelas dike ji hemûyan.


Xudan bi qewitandin û sirgûnê ew dadbar kirin. Wî bi hilma xwe ya dijwar, Di roja bayê rojhilat de berda wan.


Va ye, ev dilnexweşiya min a zêde Ji bo aştiya min bû. Te ji canê xwe hez dikir Û te ez ji çala rizîbûnê xilas kirim. Çimkî te hemû gunehên min avêt pişt guhê xwe.


Gava tu di avan re derbas bibî, Ezê bi te re bim. Gava tu di çeman re derbas bibî jî, Wê di ser te re neqelibin. Gava tu di nav êgir re derbas bibî, Tê neşewitî û wê pêta êgir te neşewitîne.


Ya Xudan, min terbiye bike, Lê ne bi hêrsa xwe, bi pîvan terbiye bike, Yan na, tê min hêdî hêdî biqedînî.


‘Te got: Wey li min! Çimkî Xudan kûl û keder danî ser êşa min. Ez ji nalînê westiyam, ji min re rihetî tuneye.’


Kul û kedera bêderman li ser min e, Dilê min xayîs e.


Ya Xudan, min nav û dengê te bihîst. Ya Xudan, li ber kirinên te ez şaş û metel mam. Di dema me de jî wan tiştan bike, Di dema me de jî wan bide zanîn. Lê çaxê tu hêrs dibî, dilovaniya xwe jî bi bîr bîne.


Di wan rojan de ew nexweş ket û mir. Piştî ku ew şuştin, li oda jorîn danîn.


Hûn ji tiştên mirovî pê ve neketin tu ceribandinên din. Xwedê dilsoz e û destûrê nade ku hûn ji karîna xwe zêdetir bên ceribandin. Lê belê ji bo ku hûn bikarin ragirin, ewê bi ceribandinê re riya jêderketinê jî pêk bîne.


Niha divê hûn hê bêtir li wî bibihûrin û hanê bidin wî, da ku ev kes di nav xemgîniya zêde de nefetise


Çimkî wî bêriya we hemûyan dikir û ji ber ku we bihîstibû ku nexweş e, ew pirr xemgîn e.


Loma ez wî hê zûtir dişînim, da ku hûn dîsa bi dîtina wî şa bibin û xemgîniya min nemîne.


Çimkî ew ji bo karê Mesîh nêzîkî mirinê bû, ji bo xizmeta ku we nikaribû hûn ji bo min bikin, wî canê xwe xist talûkê.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ