7 Di heft saliya padîşahiya Artahşastayê Padîşah de ji gelê Îsraêl, ji kahin, Lêwiyî, stranbêj, dergevan û peywirdarên Perestgehê hin kes jî çûn Orşelîmê.
Rîspiyên Cihûyan bi pêxemberiyên Hagayê Pêxember û Zekeriyayê kurê Îddo avakirin berdewam kir û karê wan baş meşiya. Li gorî fermanên Xwedayê Îsraêl, Koreş, Daryûs û Artahşastayê Padîşahê Parsê avakirin qedandin.
“Kesên din ên gel, kahin, Lêwiyî, dergevan, stranbêj, peywirdarên Perestgehê û tevahiya gelên welêt ên ku ji Şerîeta Xwedê veqetiyane, jinên wan, kur û keçên wan, kesên zana û fêmdar,