22 Ji zîv heta sed telantan, ji genim heta sed kewaran, ji şerabê heta sed batan, ji rûn heta sed batan û ji xwê jî heta bixwaze bidin.
“Ez, Artahşastayê Padîşah, ferman didim tevahiya peywirdarên xezîneya li herêma rojavayê Feratê ku Ezrayê Kahin, Nivîsendeyê Şerîeta Xwedayê Ezmanan çi ji we bixwaze bêqisûr pêk bînin.
Xwedayê Ezmanan ji bo Mala xwe çi ferman daye, bila bi awayekî bêqisûr bê kirin. Çima xezeba wî li ser welatê min û kurên min bibare?!
“‘Tê hemû pêşkêşiyên xwe yên dexlê xwê bikî. Tê ji ser pêşkêşiya dexlê xwêya peymana Xwedayê xwe kêm nekî. Tê hemû pêşkêşiyan xwê bikî.