21 “Ez, Artahşastayê Padîşah, ferman didim tevahiya peywirdarên xezîneya li herêma rojavayê Feratê ku Ezrayê Kahin, Nivîsendeyê Şerîeta Xwedayê Ezmanan çi ji we bixwaze bêqisûr pêk bînin.
Ev Ezra ji Babîlê çû. Ezra, nivîsendeyekî ku Şerîeta Mûsa ya Xwedayê Îsraêl Xudan dabû, baş zanibû. Ji ber ku destê Xwedayê wî Xudan li ser wî bû, padîşah her tiştê ku wî xwest da wî.
Paşê min ji padîşah re got: “Ezbenî heke bi dilê te be, bila name ji waliyên herêma rojavayê Feratê re bên nivîsandin ku gava ez bigihîjim Cihûdayê, ew rê bidin min.
Fermana min e, bila hemû mirovên di padîşahiya min de dijîn ji Xwedayê Daniyêl bitirsin û bilerizin. “Xwedayê Jîndar ew e, Wê her û her hebe. Wê padîşahiya wî hilneweşe, Serweriya wî her û her e.