17 “Tê niha bi vî pereyî conega, beran, berx û pêşkêşiyên wan ên dexlê û rijandinê bikirî û ew li ser gorîgeha Mala Xwedayê xwe ya li Orşelîmê bi awayekî bêqisûr pêşkêş bikî.
Bila Xwedayê ku ev der hilbijart ku navê wî tê de be, her gel û padîşahê ku dixwaze vê fermanê biguhere û vê Mala Xwedê ya li Orşelîmê xera bike, tune bike. Ez Daryûs im, ez vê fermanê didim. Bila ev fermana min bêqisûr pêk were!”
û ji pêz an dewêr pêşkêşiya şewitandinê bikin ku bêhna wê bi Xudan xweş tê –dixwazî qurbana şewitandinê, dixwazî qurbaneke din a ku ji bo sozekê pêk bîne, wekî pêşkêşiya dilxwaziyê, yan jî, ji bo cejneke kifşkirî–