16 Divê tu tevahiya zêr û zîvê ku tê li Herêma Babîlê bi dest bixî û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên gel û kahinan ji Mala Xwedayê wan a li Orşelîmê anîbûn jî bi xwe re bibî.
Ya Xwedayê min, ez baş dizanim ku tu dilan diceribînî û ji rastiyê hez dikî. Min tevahiya van tiştan, bi rastiya dilê xwe û ji dil da te. Min dît ku gelê te, li vir bi şahî û dilxwazî pêşkêşî te kir.
Li ser vê yekê serekên binemalan, serekên eşîrên gelê Îsraêl, serekên sedan û serekên hezaran û serekên li ser karên padîşah, bi dilxwazî diyarî birin.
Bila hemû kesên padîşahiya min ku li derên bermayiyên sirgûnan dijîn jî alîkariya van xerîban bikin. Bila zêr, zîv, mal, heywan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên ji bo Mala Xwedê bidin wan.’”