Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ezra 6:8 - Kurmanji Încîl

8 Herwiha ji bo avakirina vê Mala Xwedê, ez ferman didim ku hûnê çi ji bo rîspiyên Cihûyan bikin: Tevahiya heqê van zilaman wê ji xezîneya padîşah bê dayîn ku ji bacên li herêma rojavayê Feratê hatine standin. Bi vî awayî wê karên avakirinê nesekine.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ezra 6:8
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Gotina me ji padîşah re ev e: Heke ev bajar ji nû ve bê avakirin û dîwarên wê bên qedandin, li herêma rojavayê Feratê tu para te wê nemîne.”


Gava nûsxeya nameya Artahşastayê Padîşah, li ber Rehûm, Şîmşayê Nivîsende û hevalbendên wan hat xwendin, bi lez çûn Orşelîmê ba Cihûyan û bi zorê ew dan sekinandin.


Lê çavê Xwedayê wan li ser rîspiyên Cihûyan bû. Heta ku ji Daryûs re xeber şandin û jê bersiva nivîskî hat jî, kesek neda sekinandin.


Rîspiyên Cihûyan bi pêxemberiyên Hagayê Pêxember û Zekeriyayê kurê Îddo avakirin berdewam kir û karê wan baş meşiya. Li gorî fermanên Xwedayê Îsraêl, Koreş, Daryûs û Artahşastayê Padîşahê Parsê avakirin qedandin.


Bila sê rêz kevirên mezin û rêzek textikên nû bên rêzkirin. Bila heqê wan ji aliyê qesra padîşah ve bê dayîn.


Dest nedin karê Mala Xwedê. Bila waliyê Cihûyan û rîspiyên wan, Mala Xwedê li cihê kevin ji nû ve ava bikin.


Hûnê tevahiya hewcedariyên kahinên li Orşelîmê –conega, beran û berxên ji bo qurbanên şewitandinê yên Xwedayê Ezmanan, genim, xwê, şerab û rûn, her çi kahin bixwazin– bêyî ku navberê bixinê, her roj bidin wan


Min û heft şêwirmendên xwe tu şandî ku li gorî Şerîeta Xwedayê xwe ya di destê te de ye lêkolîna Cihûda û Orşelîmê bikî.


Çimkî emrê padîşah li ser stranbêjan hebû ku roj bi roj heqdestê wan hatibû terxankirin.


Herwiha bila nameyek ji Asafê nobedarê daristana padîşah re jî bê nivîsandin. Bila ew daran bidin min ku kêranên ji bo dergehên birca li ba Malê, sûrên bajêr û xaniyê ku ezê lê bimînim bên çêkirin.” Ji bo ku destê Xwedayê min ê qenc li ser min bû, padîşah daxwaza min qebûl kir.


Fermana min e, bila hemû mirovên di padîşahiya min de dijîn ji Xwedayê Daniyêl bitirsin û bilerizin. “Xwedayê Jîndar ew e, Wê her û her hebe. Wê padîşahiya wî hilneweşe, Serweriya wî her û her e.


“‘Zêr jî, zîv jî yê min e.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ