Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ezra 6:3 - Kurmanji Încîl

3 “Di yeksaliya padîşahiya xwe de Koreşê Padîşah li ser Mala Xwedê ya li Orşelîmê fermaneke wiha da: ‘Bila Mala Xwedê ya li Orşelîmê ji nû ve bê avakirin û qurban bên serjêkirin. Bila hîmê wê bê danîn. Bila bilindahiya Malê şêst gaz û berfirehiya wê şêst gaz be.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ezra 6:3
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di yeksaliya padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê de ji bo peyva xwe ya bi riya Yêremya gotiye bi cih bîne, Xudan ruhê Koreşê Padîşahê Parsê hişyar kir. Koreş ji tevahiya gelên di bin desthilatdariya wî de ne, ev nivîs daye xwendin:


“Koreşê Padîşahê Pars wiha dibêje: ‘Xwedayê Ezmanan Xudan, tevahiya padîşahiyên dinyayê da min. Wî ez peywirdar kirim ku ez li Orşelîma Cihûdayê ji bo wî malekê ava bikim.


Gelê Îsraêl pere da kevirbir û necaran û zeyt, xwarin û vexwarin da Saydayî û Sûriyên ku ji Lubnanê bi riya deryayê darên sedrê bînin Yafayê. Tevahiya van karan li gorî destûra Koreşê Padîşahê Parsê bûn.


Rîspiyên Cihûyan bi pêxemberiyên Hagayê Pêxember û Zekeriyayê kurê Îddo avakirin berdewam kir û karê wan baş meşiya. Li gorî fermanên Xwedayê Îsraêl, Koreş, Daryûs û Artahşastayê Padîşahê Parsê avakirin qedandin.


Eşîrên wî derdikevin wê derê, eşîrên Xudan, Li gor rêznama ku ji Îsraêlê re hatiye dayin, Sipasî bidin navê Xudan.


Çar riknên bajêr hebûn, dirêjahiya bajêr wek pehnahiya wî bû. Wî bajar bi qamîş pîva, diwanzdeh hezar meydan bû; dirêjahî, pehnahî û bilindahiya wî wek hev bûn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ