18 Wekî di Nivîsa Mûsa de hatiye nivîsandin, ji bo xizmeta Xwedê ya li Orşelîmê kahin û Lêwiyî li gorî komên wan kifş kirin.
Beşên kurên Harûn wiha bûn: Kurên Harûn: Nadav, Avîhû, Êlezar û Îtamar.
Kurên Ûzziyêl: Mîxa û ji Mîxayiyan, Şamîr.
Dawid û fermandaran hinek kurên Asaf, Hêman û Yedûtûn veqetandin ku xizmetê bikin. Wê bi çeng, tembûr û zîlan pêxemberî bikirana. Kesên ku wê xizmeta van karan bikirana ev bûn:
“Gazî eşîra Lêwî bike ku nêzîk bibin. Wan bîne pêşberî Harûnê Kahin ku jê re xizmetê bikin.
Tê Lêwiyiyan bidî Harûn û kurên wî. Di nav gelê Îsraêl de ew bi tevahî jê re hatine veqetandin.