8 “Bila padîşah bizanibe ku em çûn Herêma Cihûdayê, Mala Xwedayê Mezin. Ew ji kevirên mezin dihat avakirin. Kêran xistine dîwarên wê. Ev karê bi dil û can dihat kirin û di destê wan de baş pêşve diçû.
Serekên herêmê ên li Orşelîmê rûdinin ev in. –Lê belê hinek Îsraêlî, kahin, Lêwiyî, peywirdarên Perestgehê, kurên xulamên Silêman li bajarên xwe, li ser milkên xwe, li bajarên Cihûdayê rûniştin.
Padîşah name şandin hemû bajarên padîşahiyê. Wî li gorî nivîsîna wan ji her bajarî û bi zimanê wan ji her gelî re name şandin û diyar kir ku divê her mêr malxweyê mala xwe be û bi zimanê gelê xwe bipeyive.
Piştre ew nêzîkî ber deriyê tenûra sincirî bû û got: “Ya xulamên Xwedayê Herî Berz! Şadrak, Mêşak û Eved-Nego, derkevin derve, werin vir.” Şadrak, Mêşak û Eved-Nego ji nav êgir derketin.
Fermana min e, bila hemû mirovên di padîşahiya min de dijîn ji Xwedayê Daniyêl bitirsin û bilerizin. “Xwedayê Jîndar ew e, Wê her û her hebe. Wê padîşahiya wî hilneweşe, Serweriya wî her û her e.