3 Tattenayê Waliyê herêma rojavayê Feratê, Şêtar-Bozenay û hevalbendên wan hatin ba wan û ji wan re wiha gotin: “Kê fermana avakirina vê Malê û qedandina avahiyê da we?”
Di nav we de, ji tevahiya gelê wî kî hebe –bila Xwedê pê re be!– bila here Orşelîma Cihûdayê û Mala Xwedayê Îsraêl Xudan ji nû ve ava bike. Xwedayê ku li Orşelîmê ye ew e.
“Bila padîşah bizanibe ku Cihûyên ji ba te derketin, hatin Orşelîmê ba me, vî bajarê serhildêr û xerab ji nû ve çêdikin. Ew dîwarên wê diqedînin û hîmê wê zexim dikin.
“Ez, Artahşastayê Padîşah, ferman didim tevahiya peywirdarên xezîneya li herêma rojavayê Feratê ku Ezrayê Kahin, Nivîsendeyê Şerîeta Xwedayê Ezmanan çi ji we bixwaze bêqisûr pêk bînin.
Di dusaliya padîşahiya Daryûs de, di roja pêşî ya meha şeşan de, gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember, ji Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê û Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq re hat û got:
Îsa ketibû Perestgehê û hîn dikir, hingê serekên kahînan û rihspiyên gel hatin ba wî û jê pirsîn: «Tu bi kîjan desthilatiyê van tiştan dikî? Û kê ev desthilatî daye te?»