Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ezra 5:14 - Kurmanji Încîl

14 Herwiha wî taximên zêr û zîv ên ku Nebûxadnessar ji Mala Xwedê ya li Orşelîmê derxistibû û bi xwe re xistibû perestgeha Babîlê ji wir derxist û da Şêşbassarê ku wî bi xwe ew kiribû walî.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ezra 5:14
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Koreş jê re got: Van taximan hilde û bixe Perestgeha Orşelîmê. Bila Mala Xwedê jî li cihê wê ji nû ve ava bike.


Paşê Şêşbassar hat û hîmê Mala Xwedê ya li Orşelîmê danî. Ji wê rojê ve avakirin berdewam e û hê neqediyaye.’


Herwiha bila taximên zêr û zîv ên Mala Xwedê ku Nebûxadnessar ji Perestgeha li Orşelîmê derxistibû û anîbû Babîlê bê vegerandin. Bila ew li Perestgeha li Orşelîmê, li cihên xwe bên bicihkirin. Tê wan deynî Mala Xwedê.’


Bila Xwedayê bavkalên me Xudan pîroz be! Wî dilê padîşah kir ku Mala Xudan a li Orşelîmê birûmet dike.


Dilê padîşah coya avê ye ku di destê Xudan de ye, Bi ku ve bixwaze, dişîne wê derê.


Tas, tepsik, tasik, sîtil, şamdank, firaxên bixûrê û tasên pêşkêşiya rijandinê birin. Fermandarê parêzvanan hemû tiştên zêrîn û hemû tiştên zîvîn birin.


Di dusaliya padîşahiya Daryûs de, di roja pêşî ya meha şeşan de, gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember, ji Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê û Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq re hat û got:


Bi vî awayî Xudan ruhê Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê, ruhê Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û ruhê tevahiya gelê ji sirgûnê vegeriya hişyar kirin. Piştre ew hatin û di Mala Xwedayê xwe Xudanê Karîndar de dest bi xebatê kirin.


“Ji Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê, Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û ji gelê ji sirgûnê vegeriya re bêje:


“Ji Zerûbbabîlê Waliyê Cihûdayê re bêje: ‘Ezê erd û ezmanan bihejînim.


Gava walî dît ku çi bû, wî bawerî anî, ew li hînkirina li ser Xudan gelek şaş ma.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ