12 Lê bav û kalên me Xwedayê Ezmanan hêrs kir û wî ew da destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîla Kildaniyan. Wî ev mal wêran kir û gel ber bi Babîlê ve ajot.
Xudan rêbirên Kildanî, rêbirên Aramî, rêbirên Moavî û rêbirên Emmoniyan bi ser wî de şandin. Li gorî gotina Xudan ku bi riya xulamên xwe pêxemberan hatiye, wî ew bi ser wî de şandin ku Cihûdayê helak bikin.
Di roja dehê meha dehan a nehsaliya padîşahiya Sîdqiya de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe re hat Orşelîmê û artêşgeh ava kir. Li derdora sûrên wê pal çêkirin.
Gotina ku Yêremyayê Pêxember di çarsaliya padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, gava ew pê re çû Babîlê, li Serayayê kurê Nêriyayê kurê Mahsêya emir kir, ev e. Seraya serpeywirdar bû.
Di roja dehê meha pêncan a nozdehsaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê de Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan ket Orşelîmê ku xulamiya Padîşahê Babîlê dikir.
Wê rojê wê hêrsa min li dijî wan rabe. Ezê wan berdim û rûyê xwe ji wan veşêrim. Wê bên daqurtandin. Wê gelek xerabî û tengasî bên serê wan û wê rojê wê bêjin: ‘Ji ber ku Xwedayê me ne bi me re ye, ev xerabî têne serê me.’
Li ser vê yekê hêrsa Xudan li dijî gelê Îsraêl rabû û wî ew dan destê talankarên wan. Wî ew firotin destê dijminên derdora wan ku nikaribûn li ber dijminên xwe bisekinin.