Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ezra 5:1 - Kurmanji Încîl

1 Di wê navberê de Hagayê Pêxember û Zekeriyayê Pêxember ê kurê Îddo bi navê Xwedayê Îsraêl, ji Cihûyên li Cihûda û Orşelîmê re pêxemberî kir.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ezra 5:1
9 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Karê avakirina Mala Xudan a li Orşelîmê wê gavê sekinî. Heta dusaliya padîşahiya Daryûsê Padîşahê Parsê avakirina perestgehê sekinî.


Rîspiyên Cihûyan bi pêxemberiyên Hagayê Pêxember û Zekeriyayê kurê Îddo avakirin berdewam kir û karê wan baş meşiya. Li gorî fermanên Xwedayê Îsraêl, Koreş, Daryûs û Artahşastayê Padîşahê Parsê avakirin qedandin.


Wê bê û bi hêza Xudan Û bi rewnaqiya Xwedayê xwe Xudan Şivantiya gelê xwe bike. Wê gel di nav ewlehiyê de bijî, Çimkî wê seranserê dinyayê Mezinahiya wî qebûl bike


Di dusaliya padîşahiya Daryûs de, di roja pêşî ya meha şeşan de, gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember, ji Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê û Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq re hat û got:


Li ser vê yekê gotina Xudan bi riya Hagayê Pêxember hat û got:


“Ji kerema xwe baş bifikirin! Îro roja bîst û çarê meha nehan e. Hîmê Perestgeha Xudan hat avêtin. Ji îro û pêve li van tiştan baş bifikirin:


“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Bila destê we hêzdar be. Hûn di van rojan de wan gotinan dibihîzin ku devê pêxemberan got. Ew pêxemberên ku gava bingeha Perestgehê, hîmê Mala Xudanê Karîndar hat danîn, li wir bûn.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ