70 Bi vî awayî kahin, Lêwiyî, hinek kesên ji gel –stranbêj, peywirdar û dergevanan– li bajarên xwe bi cih bûn. Bi vî awayî tevahiya Îsraêl li bajarên xwe rûniştin.
Ew hatin û ji dergevanên bajêr re qîriyan. Wan got: “Em çûn artêşgeha Aramiyan, tu kes li wê derê tunebû, dengê mirovan tune bû. Lê tenê hespên girêdayî, kerên girêdayî hebûn û konên xwe jî hiştibûn.”
Dema Şawûl padîşah bû, tu fermandarê gelê Îsraêl bûyî. Xwedayê te Xudan ji te re got: ‘Tê bibî şivanê gelê min Îsraêl. Tê li ser gelê min Îsraêl bibî serwer.’”