6 Paşê Ezra ji Mala Xwedê rabû ket odeya Yehohananê kurê Êlyaşîv. Gava li wir ma ne nan xwar, ne jî av vexwar. Çimkî ji bo nedilsoziya sirgûniyan şînê dikir.
Gava Ezra li ber Mala Xwedê bi girîn xwe diavêt erdê, dua dikir û li gunehên xwe mikur dihat, komeke mezin ji jin, mêr û zarokên gelê Îsraêl li dor wî civiyan. Gel jî gelekî giriya.
Ji ber nedilsoziya sirgûniyan, tevahiya kesên ku ji ber gotinên Xwedayê Îsraêl dilerizin, li ba min kom bûn. Ez heta pêşkêşiya êvarê, şaş û metel di cihê xwe de rûniştim.
ji Toviya re odeyeke mezin amade kir ku pêşkêşiyên dexil, gunî, taxim, pêşkêşiyên ji bo kahinan û dehyekên genim, şeraba nû û zeyt li gorî Şerîetê didan Lêwiyî, stranbêj û dergevanan, berê dixistin wê derê.
Êlyaşîvê Serkahin û kahinên din rabûn, Dergehê Pêz ji nû ve ava kirin. Wan ew pîroz kir û deriyên wî bi cih kirin. Dîwarê ku ji Dergehê Pêz destpê dike û heta Birca Hammêa û Birca Hananêlê diçe, pîroz kirin.
Ji ber ku we li ber çavê Xudan ev guneh kirin û ew hêrs kir, min careke din çil şev û çil rojan xwe li ber Xudan avêt erdê, min ne nan xwar, ne jî av vexwar.