3 Niha li gorî şîreta te û kesên ji ber emrên Xwedayê me dilerizin, em bi Xwedayê xwe re peymanekê çêkin ku tevahiya van jin û zarokên ji wan dûr bixin. Bila ev peyman li gorî Şerîetê be.
Paşê tevahiya mêrên li Cihûda û Binyamînê, di nav sê rojan de li Orşelîmê civiyan. Di roja bîstê meha nehan de tevahiya gel li meydana li ber Mala Xwedê rûnişt. Hem ji ber girîngiya kar, hem jî, ji ber baranê herkes dilerizî.
Ji ber nedilsoziya sirgûniyan, tevahiya kesên ku ji ber gotinên Xwedayê Îsraêl dilerizin, li ba min kom bûn. Ez heta pêşkêşiya êvarê, şaş û metel di cihê xwe de rûniştim.