Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Ezra 1:5 - Kurmanji Încîl

5 Her kesê Xwedê ruhê wî hişyar kir, serekên binemalên eşîrên Cihûda û Binyamînê, kahin û Lêwiyiyan, destpê kir ku herin Mala Xudan a li Orşelîmê ji nû ve ava bikin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Ezra 1:5
11 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di yeksaliya padîşahiya Koreşê Padîşahê Parsê de ji bo peyva xwe ya bi riya Yêremya gotiye bi cih bîne, Xudan ruhê Koreşê Padîşahê Parsê hişyar kir. Koreş ji tevahiya gelên di bin desthilatdariya wî de ne, ev nivîs daye xwendin:


“Koreşê Padîşahê Pars wiha dibêje: ‘Xwedayê Ezmanan Xudan, tevahiya padîşahiyên dinyayê da min. Wî ez peywirdar kirim ku ez li Orşelîma Cihûdayê ji bo wî malekê ava bikim.


Bila hemû kesên padîşahiya min ku li derên bermayiyên sirgûnan dijîn jî alîkariya van xerîban bikin. Bila zêr, zîv, mal, heywan û pêşkêşiyên dilxwaziyê yên ji bo Mala Xwedê bidin wan.’”


Bi şev ez tevî hinek zilaman rabûm. Min tiştê ku Xwedayê min ji bo Orşelîmê bikim xistibû dilê min, ji tu kesî re negot. Min tenê heywanê ez lê siwar bûm, bir.


Pîlanên dil ji mirovan e, Lê bersiva zimên ji Xudan e.


Bi vî awayî Xudan ruhê Zerûbbabîlê kurê Şealtiyêlê Waliyê Cihûdayê, ruhê Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq û ruhê tevahiya gelê ji sirgûnê vegeriya hişyar kirin. Piştre ew hatin û di Mala Xwedayê xwe Xudanê Karîndar de dest bi xebatê kirin.


Îcar şikir ji Xwedê re yê ku ji bo we eynî xîret xist dilê Tîtos.


Çimkî Xwedê ye yê ku di dilê we de dixebite, da ku hem daxwaz û hem jî kirina we li wî xweş bê.


Hezkiriyo, tu çavê xwe nede tiştê xerab, lê bide tiştê qenc. Yê ku qenciyê dike ji Xwedê ye; yê ku xerabiyê dike Xwedê nedîtiye.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ