10 sî tasên zêrîn, çar sed û deh tasên zîvîn, hezar perçe taximên din.
Hemû taximên zêrîn û zîvîn, pênc hezar û çar sed perçe bûn. Gava sirgûnî ji Babîlê anîn Orşelîmê, Şêşbassar tevahiya van taximan bi xwe re anîn.
Encama hejmartinê wiha bû: Sî legenên zêrîn, hezar legenên zîvîn, bîst û neh tasik,
Sîtil, bêr, meqesên fitîlan, tasik, firaxê bixûrê û hemû taximên tûncîn ên ku wan li Perestgehê pê xizmet dikirin, birin.
Pêşkêşiya wî ev bû: Li gorî şekelê Pîrozgehê, taseke zîvîn ku giraniya wê 130 şekel bû, tasikeke zîvîn ku giraniya wê 70 şekel bû. Ev herdu jî, ji bo pêşkêşiya dexlê, bi arvanê hûr ê bi zeytê hatiye hevîrkirin tije bûn.