19 Va ye riya şahiya wî wiha diqede, Di cihê wî de giyayên din dertên.
Şahiya xeraban kurt e, Şabûna xwedênenasan hema gavek e.
“Nexwe Xwedê kesê kamil ji xwe navêje Û bi destê kesên xerabiyê dikin nagire.
Ew yê ketî ji erdê radike, Yê hejar ji ser sergo bilind dike;
Dadger tenê Xwedê ye, Yekî nizim dike, yê din bilind dike.
Ji xwe re nebêjin: ‹Birahîm bavê me ye.› Çimkî ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî zarokan ji Birahîm re rake!
Ew belengazan ji toza erdê radike, Hejaran ji sergoyan derdixe Ku bi mîran re rûnin Û textê rûmetê bibe mîrasa wan. Bingeha dinyayê ya Xudan e, Wî dinya li ser vê daniye.