18 Heke ji cihê wî bê rakirin, Cihê wî dibêje: ‘Min tu nedîtî’ û wî înkar dike.
Wê heta hetayê tune bibin, wekî pîsîtiya xwe. Kesên ew dîtine, wê bêjin: ‘Ew li ku ne?’
Çavên ku ew dîtine, wê careke din nebînin, Cihê lê mane, wê êdî lê nenêrin.
Êdî ew nazivire mala xwe Û êdî cihê wî, wî nas nake.
Wê çavên ku niha li min dinêrin careke din min nebînin, Wê çavên te li ser min bin lê ezê tune bim.
Koka wî xwe li şikêra keviran dipêçe, Di nav keviran de cih digere.
Ba di ser re derbas dibe, tune dibe, Êdî ciyê wî, wî nas nake.
Di nêz de wê dawiya yê xerab bê, Tu bigerî jî, wê neyê dîtin ciyê wî.
Belê derbas bû, êdî tune bû, Ez lê geriyam nehat dîtin, çûbû.
Wek giya şînbûna xeraban, Hergav şaxdayina yên ku dikin fesadiyan, Ji bo her û her hilweşîna wan e.