30 Qey li ser zimanê min gotina neheq heye? Qey devê min niyeta xerab ji hev dernaxe?
Aqûb kinc nas kir û got: “Ev kincê kurê min e. Heywanekî hov ew xwariye. Bêguman Ûsiv hatiye perçekirin.”
Tu dibêjî: ‘Hînbûna min xas e, Ez di çavê te de pak im.’
Çawa dev, tehma tiştê dixwe hiltîne, Gelo guh jî gotinê wisa naceribîne?
Çimkî çawa ku dev tehma xwarinê hiltîne, Guh peyvan diceribîne.
Gelo tiştekî bêtehm û bêxwê tê xwarin? Yan di spîka hêkê de tehm heye?
Lê xwarina giran ji bo yên gihîştî ye. Têgihîştina wan bi karanînê hatiye perwerdekirin, da ku qencî û xerabiyê ji hev derxin.