22 Hinap wî bi siya xwe dinixêmin, Spîndarên gelî dor lê dipêçin.
Ew di bin deviyên hinapê de radize, Li dera qamîş û ritamê.
Çem jî rabe, ew natirse, Çemê Şerîayê bide qirikê jî, ew ewle ye.
Loma serweta wan stand û da hev, Di ser Geliyê Spîndaran re hildidin û dibin.
Wê di nav giyê de bipişkivin, Wekî darên spîndarên li keviyên çeman.’
Hûnê roja pêşî fêkiyên xweş ên darên we, guliyên xurmeyan, guliyên darên pelgur in û spîndarên geliyan bidin hev û li hizûra Xwedayê xwe Xudan heft rojan şa bibin.