17 Dûvê xwe wekî dara sedrê radike, Rehên hêtên wî hatine honandin.
Xwedê cinawirên deryayê yên mezin, hemû keriyên jîndar ên di avê de tevdigerin û teyrên ku difirin li gorî cureyên wan afirandin. Xwedê dît ku ev qenc e.
Te goşt û çerm li min kir, Bi hestî û damaran ez honandim.
Mêze bike, hêza wî di pişta wî de ye, Taqeta wî di rehên zikê wî de ye.
Hestiyên wî wekî boriyên tûncîn in, Beşên bedena wî, wekî şivên hesinî ne.
Qatên goştê wî bi hev ve zeliqandî ne, Li ser wî asê ne, naleqin.