4 Dengek li pey wî dike himîn, Ew bi dengê rewnaqiya xwe digurmije. Gava dengê wî tê bihîstin, Ew brûskan nade rawestandin.
Ev tenê keviya karên wî ne Û tişta me jê bihîstiye pistêneke biçûk e! Lê kî dikare gurmîna hêza wî fêm bike?”
Çaxê wî ji baranê re qanûn çêkir Û riya brûskên ezmanan danî,
Li gurmîna dengê wî Û himîna ji devê wî dertê baş guhdar bin.
Ew wî berdide binê seranserê ezmanan Û brûska xwe dide her aliyê dinyayê.
Dengê Xwedê bi kerametan dike gurmîn, Tiştên mezin ên ku em fêm nakin dike.
Zendê te wekî zendê Xwedê ye? Dengê te dikare wekî dengê wî bike gurmîn?
Tîrên xwe avêt ew ji hev belav kir, Bi avêtina birûskê ew ji hev xera kir.
Ji yê li ezmanan, li ezmanên kevin siwar bûye re lavijan bêjin. Va ye dengê wî, dengê wî yê bi hêz bilind dibe!
“Yeşûrûno, yê wekî Xwedê tuneye! Tenê ew li ezmanan û li ewran siwar bûye Ku alîkariya te bike.