4 Ji nav deviyan tolikê dicivînin, Xwarina wan koka hêrvistê ye.
Li çolê rojek meşiya, paşê hat li bin deviyeke hêrvistê rûnişt, mirina xwe xwest û got: “Ya Xudan, êdî bes e! Hema niha ruhê min bistîne, çimkî ez ji bav û kalên xwe ne çêtir im.”
Ji xizanî û birçîbûnê diçilmisin, Li beriyê û taristana bêkes, dera ziwa dikeritînin.
Ew ji nav civakê tên qewitandin, Çawa ku ew diz in, Mirov li pey wan diqîrin.
Wî çaxî Amos bersiva Amatsya da û got: “Ez ne pêxember bûm û ne jî kurê pêxember. Ez tenê gavan û bexçevanê darhejîran bûm.
Îcar ew minêkar bû ku zikê xwe bi wê xernûfa ku berazan dixwar, têr bike, lê kesekî ew jî nedidayê.