20 Dibêjin: ‘Bêguman kesên li dijî me tune bûn Û êgir ya ji ber wan mayî daqurtand.’
Xudan ji ezmanan bi ser Sodom û Gomorayê ve kukurda bi êgir barand.
Ma di çavê wî de em ne xerîb in? Çimkî wî ne tenê em firotin, lê heq û berdêla me jî xwar.
Hê ew bi gotin bû, yekî din hat û got: “Agirê Xwedê ji ezmanan ket, wî pez û xulam şewitandin û daqurtandin. Ez bi tena serê xwe filitîm ku ji te re bêjim.”
Wê ji tariyê dernekeve, Wê pêta êgir şaxên wî ziwa bike Û bi hilma devê Xwedê here û derbas bibe.
Ji bo xezîneyên wan her cure tarîtî amade ye, Agirê ku tu kesî geş nekir, wê wan daqurtîne. Tiştên ji konê wan mane wê xera bibin.
Para xeraban ji Xwedê ev e, Li gorî gotina Xwedê, ev e mîrasa wan.”
“Ka bi bîr bîne, kî bêsûc tune bû? Li ku derê kesê dilrast helak bû?