9 Malên wan di aştiyê de ne û bêtirs in, Darê Xwedê ne li ser wan e.
Konên rêbiran di rihetiyê de ne, Kesên hêrsa Xwedê rakirine di ewlehiyê de ne. Xwedê ev tişt dane destê wan.
Dengê sawê di guhên wî de ye, Di aştiyê de xerabkar bi ser wî de tê.
Tirs û saw hawirdora wan dipêçin Û li pey pehniya wan dikevin.
Gayê wan bi hêzdarî radibin ser çêlekên wan, Çêlekên wan dizên, golik ji ber wan naçin.
Bila ew darê xwe ji ser min hilîne Û bi sawa xwe min nebizdîne.
Çawa di hilmekê de xera bûn, Bi tirs û sawê, bi tevahî çûn!
Ew bi derdê kesî nizanin, Wek mirov belayê nakşînin.
Hingê ezê serhildanên wan bi dar, Sûcên wan bi lêdanê ceza bikim.